Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Çêkirin, Sexbêrî û Çaksaziya Rêyan

Li Baxlarê rê hatin nûkirin: Di 50 salî de cara yekem e ku min asfalteke ewqas xweşik dît

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên asfaltkirinê yên li Kuçeya Fatih û Kuçeya Gurselê ku li navçeya Baxlarê ji mêj ve nehatibûn nûkirin, temam kirin. Esnafên ku razîbûna xwe ya ji nûkirina kuçeyan bi asfalta germ anîn ziman, diyar kirin ku xebatan çûnûhatin hêsan kiriye, pirsgirêka tozê ji holê rakiriye û alîkarî daye livûtevgera bazirganî ya li herêmê. Ji esnafan Şaban Eraltunkara got: "Ez 50 sal in li vî bajarî me, cara yekem e ku min xebateke asfaltê ya ewqas xweşik dît. Bi rastî jî ez wan pîroz dikim."

Serokatiya Beşa Çêkirin, Lênihêrtin û Temîrkirina Rêyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca bihêzkirina binesaziya veguhastinê li seranserê bajar, dirêjkirina temenê bikaranîna rêyan û zêdekirina ewlehiya ajotinê, xebatên çêkirin, lênihêrtin û nûkirina rêyan berdewam dike. Di vê çarçoveyê de tîman, li Kuçeya Fatih û Kuçeya Gurselê yên navçeya Baxlarê ku ji ber xebatên binesaziyê û baranê xirab bûbûn, xebatên asfaltkirinê pêk anîn. Kuçeyên ku ji mêj ve nehatibûn nûkirin û di rewşa xwe ya heyî de ji bo ajokar û esnafên herêmê dibûn sedema gelek pirsgirêkan, di encama xebatên tîman de bi asfalta germ hatin nixumandin.

Ji esnafan ji bo xebata asfaltê spasdarî

Esnafên ku diyar kirin ku bi nûkirina rêyan re veguhastin ewledartir û rihattir bûye, destnîşan kirin ku pirsgirêka toz û dûmanê ya ji ber rêyên xirab çêdibû jî ta asteke mezin ji holê rabûye. Esnafan razîbûna xwe ya ji xebatan anîn ziman û spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin.

‘Piştî salên dirêj asfalt hat kirin’

Atilla Yavuz ê ku diyar kir 40 sal in li Kuçeya Fatihê esnaf e, destnîşan kir ku rê ji mêj ve nehatibû nûkirin û got: "Xwedê ji Şaredariya me ya Bajarê Mezin razî bibe. Ji ber xebatên wan ez wan pîroz dikim."

‘Em ji toz û dûmanê rizgar bûn’

Ji esnafan Mustafa Utangaç jî diyar kir ku ji ber rêya xirab xerîdar ber bi herêmê ve di zoriyê de dihatin. Utangaç anî ziman ku nûkirina rê hem esnaf û hem jî ajokar rihat kirine û wiha axivî: "Berê em ji ber toz û dûmanê perîşan dibûn. Ji ber rêyên xirab muşterî nedihatin. Axirê niha asfalt hat kirin. Em jê memnûn man. Em ji toz û dûmanê rizgar bûn. Erebe jî bi rehetî derbas dibin. Niha ti pirsgirêka me ya bi rê re nemaye."

‘Esnaf gelek mexdûr bibû’

Ji esnafan Fesih Muray anî ziman ku kuçe 7-8 sal in nehatibû nûkirin û bi taybetî piştî xebatên gaza xwezayî rê nehatibû bikaranîn. Muray da zanîn ku rewşa rê ya heyî ji mêj ve esnafên herêmê mexdûr kirine û daxwaza nûkirina peyarêkan jî kir.

Muray wiha got: "Ez li vir esnaf im. Ev rê 7-8 sal in nedihat çêkirin. Ji ber xebatên gaza xwezayî rê perîşan bibûn. Esnaf gelek mexdûr bibû. Beriya çend rojan hatin û rê asfalt kirin. Xêncî vê peyarêkan jî çêbikin wê gelek baş bibe. Çêkirina vê rêyê gelek gelek baş bû."

‘Cara yekem e min xebateke ewqas xweşik a asfaltê dît’

Şaban Eraltunkara jî ji ber xebata hatî kirin razîbûna xwe anî ziman û diyar kir ku xebata asfaltkirinê di demeke kurt de temam bûye.

Eraltunkara got: "Ez 50 salî me. 50 sal in ez li vî bajarî dijîm, cara yekem e min xebateke ewqas xweşik a asfaltê dît. Bi rastî jî ez wan pîroz dikim. Berê hema hema wê peyarê bihata girtin. Toz û ax gelek bû. Di demeke kurt de em ji vî derdî rizgar kirin. Xwedê ji hemû kesên ku keda wan tê de heye razî bibe. Înşallah ji vir û şûnde wê çêtir bibe û ji gel re xizmetên xweştir bikin."

‘Dikanên me berdewam toz dibûn’

Salih Atalay ê ku diyar kir nêzîkî 3 salan e li herêmê esnaftîyê dike, got ku ji ber rêya xirab bi taybetî di cihên kar de rastî pirsgirêkên girîng hatine. Atalay anî ziman ku ji ber toza ku rê çêdikir wan nedikarî deriyên cihên xwe yên kar vekin û eşyayên di dikanan de berdewam qirêj dibûn, bal kişand ku bi xebata asfaltê re ev pirsgirêk bi dawî bûn.

Atalay wiha axivî: "Ez 3 sal in li vir esnaf im. Ji ber toz û dûmana rêya li vir me gelek zehmetî kişand. Em hatibûn asteke ku nedikarî henase bistînim. Xwedê ji Şaredariya Bajarê Mezin razî bibe, hatin û rê çêkirin. Em ji vê xebatê razî ne. Di demeke nêz de wê dibistan vebin. Eşyayên me qirêj dibûn, me nedikarî deriyên xwe vekin. Hemû eşyayên me yên di dikanê de toz dibûn û qirêj dibûn. Me zehmetiyeke mezin dît, niha gelek baş bû."

‘Xebat gelek xweş bûye’

Yusuf Ozboyaci yê ku nêzîkî 16 salan e li Kuçeya Fatih a Baxlarê esnaf e, diyar kir ku xebata asfaltkirinê ya hatî kirin, yek ji çêtirîn xebatên asfaltê ye ku heta roja îro li kuçeyê hatine kirin. Ozboyaci anî ziman ku beriya nûkirina rê ji ber toz û qirêjiyê wan zehmetiyên mezin dîtine û got ku xebatê esnaf rihat kirine.

Ozboyaci got: "Nêzîkî 16 salan e ez li Kuçeya Fatih a Baxlarê esnaftîyê dikim. Xebatên asfaltê yên ku niha hatine kirin, yek ji xweştirîn xebatên asfaltê bû ku li Kuçeya Fatih a Baxlarê hatine kirin. Beriya ku bê çêkirin me gelek cefa dît. Dikanên me perîşan bûn, gelek qirêj bûn. Ev xebat gelek xweş bûye."

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan