Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Bismilê Baxçeyê Millet tê çêkirin

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Bismilê li ser 85 donim erdê baxçeyê Millet çêdike.

Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve, li Bismilê erdeke vala ya 85 donim ji bo Baxçeyê Millet tê veguherandin. Berdêla vê projeyê 65 milyon û 258 hezar û 581 lîre digire û di 11’ê îlonê de Walî Munîr Karaloglu hîmê wê avêt.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li navçeyan ji bo welatî karibin tevî malbata xwe lê vehesin û bêhna xwe berdin seyrangehan çêdike, bi vê mebestê li Bismilê xebat da destpêkirin.

Seyrangeh ji 7 heta 70’ê salî ji bo her kesî

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ev erda 85 donim a li navenda navçeyê xist nav projeyê û li gorî wê dê 45 hezar metrekareya wê ji bo qada hêşîn veqetîne û dê 380 darên nû û 1550 devîyan lê biçîne.

Di nav seyrangehê de mizgeft, şaneşîna temaşê, sehayên basketbol û futbolê, ji bo welatiyan dê rêya duçerxê û rêya peyasê, ji bo bêhnvedanê textebend, bank û kamelya û ji bo zarokan jî dê yarîgeh bêne dabînkirin.

Ji bo ronîkirina hawirdor û nava seyrangehê dê 106 stûnên lempeyê bên bicihkirin.

Ekîbên şaredariyê, ji bo welatî bêhna xwe lê vedin li navçeyan seyrangehan çêdike, piştî xebatên binesazî û seresazî park dê di nava 130 rojan de amade bibe û bikeve ber xizmetê.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan