Li Bismilê Cadeya Îstasyonê tê nûkirin
Şaredariya Bajarê Mezin, li ser Cadeya Îstasyonê ya Bismilê dest bi xebatên rê, peyarêk û ronîkirinê kir.
Şaredariya Bajarê Mezin, dest bi xebatên nûkirina Cadeya Îstasyonê ya Bismilê kir. Ev proje yek ji wan 10 projeyan e ku di 11’ê Îlonê walî Munîr Karaloglu dabûn destpêkirin û berdêla wan jî 65 milyon û 258 hezar û 581 lîre digire.
Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, Cadeya Îstastonê ya Bismilê ku yek ji rêgeha sereke ya navçeyê ye ji sertapê nû dike.
Ev cade 950 metir dirêj e û 16 metir fireh e, ekîbên Şaredariyê dê nêzî 5 hezar û 200 ton bînderê û tebeqeya jêr li Cadeya Îstasyonê bike û wê bi 2 qatî asfalt bike.
Di çarçoveya xebatên binesaziyê de dê 36 izgarayên ava baranan li cadeyê bêne dabînkirin.
Peyarêk dê di navbera 3 û 4 metir firehiyê de bêne çêkirin û 6 hezar û 650 metrekare peyarêk dê bi kevirê bazalt bike.
Lempeyên heyî dê bêne hilanîn û şûna wan 30 cot lempeyên dekoratif dê li cadeyê bêne danîn da ku reng û dîmena wê spehîtir xuya bike.
