Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Çemê Dîjleyê pêşbirka raftingê li dar ket

Li Diyarbekirê çalakiya “Ji Bo Her Kesê Spor û Rojên Xweş” ku di çarçoveya Hefteya Sporê ya Ewropayê de ji aliyê Wezareta Ciwanan û Sporê ve tê lidarxistin, bi pêşbirka raftingê dest pê kir.

Bi malovaniya Şaredariya Bajarê Mezin û Gerînendetiya Spor û Ciwanan a Bajêr ve di navbera 23-30’ê îlonê de di çarçoveya çalakiyên Hefteya Sporê ya Ewropayê de li Pira Dehderî bi beşdariya raftingvanên ji Colemêrg, Şirnex û Wanê hatine pêşbirka raftingê li dar ket.

Bername tevahiya hefteyê dê bi pêşbirkên di bîwarê dart, badminton, pisqêlet, tenîsa lingan heta voleybolê di gelek waran de bidome.

Di destpêka bernameyê de Walî Munîr Karaloglu diyar kir ku ew gelekî kêfxweş in ku li ser Çemê Dîjleya ku her dera diçê dike bihûşt û gernediya wê Pira Dehderî vê pêşbirkê li dar dixin.

Karaloglu diyar kir ku bi van çalakiyan ew destê xwe didin dilê mirovan, ew ruhê dîrokê şa dikin û got, em ê her aliyê civakê hembêz bikin, ji bo her temenî dê bernameyên me yên sportîf hebin.

“Em ê xwedî li berxikên Dîjleyê derkevin”

Karaloglu bal kişand ku piştî ew ê jêderkên avê yên Diyarbekirê vekolin ew ê parkura raftingê saz bikin û got ku ew ê bi xebatên ku jiyana ciwanan hêsantir bibe û konfêra heyata wan bilindtir bibe bi pêş bixin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan