Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Diyarbekir Bûroya Têkiliyên Derve tê avakirin

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, ligel Nûnerê Diyarbekirê yê Wezareta Derve Îbrahîm Mete Yagli der barê Bûroya Têkiliyên Derve de, daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Mebesta vê bûroyê ew e polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê ji aliyê Wezareta Derve ve bi awayekî kartêkertir bête bikaranîn.

Wezareta Derve li Diyarbekirê Bûroya Têkiliyên Derve ava dike. Heta niha 6 bûroyên têkiliyên derve hene, evana li Stenbolê, Îzmîrê, Antalyayê, Edîrneyê, Entabê û Hatayê ne, bûroya 7ê li Diyarbekirê tê damezrandin. Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, ligel Nûnerê Diyarbekirê yê Wezareta Derve Îbrahîm Mete Yagli der barê Bûroya Têkiliyên Derve de, daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Mebesta vê bûroyê ew e polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê ji aliyê Wezareta Derve ve bi awayekî kartêkertir bête bikaranîn.

Di daxuyaniya çapemeniyê de, Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, der barê vê bûroyê de agahiyênm berfireh dan. Walî Guzeloglu, bal kişand ser giringiya Diyarbekirê ya li herêmê û got ku Tirkiye giringiyê dide têkiliyên çandî, hunerî, aborî, turîzmî yên gel Rojhilata Navîn û aşkere kir ku Diyarbekir di vî warî de xwedî cihekî giring e. Walî Guzeloglu, aşkere kir ku 10ê îlona 2019ê bi biryarnameyeke Serokomariyê bo ku li vê derê Nûnergeha Wezareta Drve bête avakirin biryar hatiye dayîn.

Di daxuyaniyê de, bi her alî ve giringiya vê bûroyê hate derbirîn û hate gotin ev biryar, bo hindê baş e ku Diyarbekir di her warî de geş û gur bibe, ne tenê li nav sînorên welat her weha li derveyî welat jî cih û giringiya wê berçav bibe.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan