Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Diyarbekirê “Aşiq Veysel” hat bibîranîn

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya bernameyên çand û hunerê de şeva bîranîna Aşiq Veysel li dar xist.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, di çarçoveya Serdema Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran de xebatên xwe didomîne.

Di bernameya “Rêzgirtin li Ustadî” de li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç bi boneya wexerkirina sala 49ê ya hozan Aşiq Veysel bernameyek yadkirinê birêve çû.

Di bernameyê de stranbêj Cengîz Ozkan, stranên Aşiq Veysel stran.

Di bernameyê de şêniyan beşdariyeke mezin kir û stranên Aşiq Veysel bi stranbêj re vegotin.

Senem Şîmşek hatiye pêş bernameyê, diyar kir ku ev yadkirineke giring bû û got, “Gava me guhê xwe da stranan dilê me zîz bû. Beşdaran jî beşdarî li stranan kir, ev tiştekî xweş bû. Bila bernameyên weha hebin.”

Îbrahim Seyhan jî diyar kir ku wî şeveke nejibîr borandiye û weha hestên xwe derbirîn:

“Ez bi hevalên xwe re hatin bernameyê. Îşev me guhê xwe da stranên Aşiq Veysel. Gava hosteyên weha mezin tên virê kêfa me gelek têt.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan