Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Diyarbekirê av jî erzan dibe

Şaredariya Bajarê Mezin, rêjeya KDVya berdêla mezaxtina avê ji sedî 1 daşikand û av erzantir kir.

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekir (DÎSKÎ), ji bo pirsgirêkên binesaziya bajêr çareser bibe bi hemû şiyanên xwe dixebite, ji aliyê din ve biryareke nû der barê buhayê avê de wergirt û KDVya avê daxist xwarê.

Piştî ku biryara der barê daxistina KDVyê ji sedî 8 ji bo ji sedî 1ê DÎSKÎyê jî zend û bendên xwe badan û ji 14ê sibatê pê de dê rêjeya ji sedî 8 ya KDVya avê ji sedî 1 pêk bîne.

Meha kanûnê jî av ji sedî 16,5 erzan bûbû

Şaredariya Bajarê Mezin, bi biryarekê gotibû hemû aboneyên wê di meha kanûnê pê de karin 15 metrekup avê bimezêxin û ji sersalê pê de ji sedî 16,5 erzanî kiribû.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan