Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Diyarbekirê kargehên stranbêjan hatin venêrtin

Şaredariya Bajarê Mezin, kargehên ku li seranserê bajêr weşana muzîka zindî dikin, seh kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, li ser giliyên zêde yên der barê kargehên stranbêjên ku di dawet û govendan de stranên bi dengekî zêde bilind dibêjin û mirovan aciz dikin, zend û bend badan.

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, kontrola van saziyan bi 4 ekîbên ji 20 kesî pêk anî û di kontrolan de ligel wan zabite û polîs jî amade bûn.

Ji bo kargehên ku kontrola wan hate kirin ji bo kêmasiyên xwe temam bikin qewlek hate dayîn û der barê 22 kargehên ku ruxseda wan tune de jî ceza hate birîn.

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, ji bo li seranserê bajêr rê li ber qerebalixa ji dengê bilind bigire dê kontrolên xwe bidomîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan