Li Diyarbekirê paqijiyê cejnê hate kirin
Şaredariya Bajarê Mezin, berî Cejna Qurbanê bulvar, cade, kuçe, peyarêkên navenda bajêr bi aveka rijd şûşt û veşûştin.
Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, berî Îda Qurbanê li ser bulvar, cade, kuçe, peyarêkên navenda bajêr xebata şûştinê da destpêkirin.
Ekîbên xawênkariyê, DÎŞTÎ, otogarên navçeyan ên Rojhilat u Rojava û Garaja Gundan a Şehidlixê bi kefa sabûnê paqij kir û pê re ava rijd lê reşand û şûşt.
Pêşiya nexweşxaneyan hate şûştin
Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê, Nexweşxaneya Lêkolînê, Nexweşxaneya Dewletê û Nexweşxaneya Zarok û Jinan tevî textebendên li salonên sekinînê, derwezayên hawarê bi deterjanê hatin şûştin û hatin dezenfektekirn.
Gilêşdankên kevin hatin guhartin
Gilêşdankên kevinbûyî yên li deverina cur bi cur ên bajêr hatin nûkirin. Li ser daxwaza welatiyan şûna wan û li hin deverên dîyarkirî gilêşdank hatin bicihkirin.
