Li Erxeniyê xeta ava baranan tê danîn
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), li navçeya Erxeniyê xeta ava baranan datîne.
DÎSKÎ, ji bo ava baranan li ser Cadeya Kurtuluş a Taxa Ednan Menderes pengiyaye biguhêze xebat dan destpêkirin.
Di çarçoveya projeyê de dê xeta avara baranan a 1380 metir dirêj bête dabînkirin û dê xeta izgara ava baranan bête çêkirin.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, li gel Qeymaqamê Erxeniyê Ahmet Karaaslan xebat venêrtin.
Tutşî, diyar kir ku xebatên wan dê ji bo xurtkirina binesaziyê Erxeniyê bidomin û got ku piştî bidawîbûna xebatên binesaziyê ew ê dest bi xebatên seresaziyê bikin.
