Li nav sûr û bircan xebatên paqijiyê
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi ekîbeka 308 kesî, li ber hemû sûran û nava hemû bircên sûran xebatên paqijiyê dan destpêkirin. Midûrê Şaxa Parastina Jîngehê Mehmet Baran bang li gelê Amedê kir ku hesasîyetê bide paqijiya birc û bedenên bajêr û bo paqijî û parastina wan baldar bin.
Serokatiya Daîreya Parastina Jîngehê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi ekîbeka 308 kesî, li ber hemû sûran û nava hemû bircên sûran, seferberîya paqijiyê da destpêkirin. Midûrê Şaxa Parastina Jîngehê Mehmet Baran diyar kir ku li derdora sûran, bin binê sûran û nava bircan xebata paqijkirinê dane destpêkirin û banga hesasîyetê li welatiyan kir. Baran, aşkere kir ku xebata paqijiyê bi şaredariyê din re bi hevkarî tê meşandin û got ku hêja ye xelkê me li bajarekî pak û xawêntir de jiyana xwe bidomîne.
"Ez ne dîn im, ez dilsozê bajarê xwe me"
Welatiyekî bi navê Rauf kêfxweşiya xwe bi xizmetên paqijiyê anî ziman û got, “Ez spasiya Şaredariya Bajarê Mezin dikim. Şaredariya me çi ji destê wan tê dike divê em jî çi ji destê me were bikin. Divê em nehêlin bajarê me qirêj bibe. Nexasim jî sûr. Gava xelk ji derve tên divê bi rehetî bikaribin nava sûran bigerin. Hem bo paqijiyê hem bo ewlehiyê divê çi arîşe nemînin.”
