Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li navenda bajêr têkoşîna dijî berfê didome

Şaredariya Bajarê Mezin, piştî ku duhî piştî nîvro berfê lê kir zend û bend badan û ji bo welatî tengav nebin û rê neyên girtin, xebatên xwe didomîne.

Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, piştî ku tevahiya parêzgehê ket bin bandora berfbarînê ji bo hatûçûn asteng nebe rêyan xwê dike û rêyan ji berfê dimale.

Duh piştî nîvro berfbarînê dest pê kir pê re ekîbên şaredariyê li navenda bajêr û navçeyan bi 290 xebatkaran, 7 amûrên berfmalînê yên xwêkirinê, 2 amûrên berfmalînê, 21 greyder, 24 JCB, 9 loder, 2 kamyonet û traktoran bi giştî bi 66 wesayitan xebatê dimeşîne.

Ekîb, li ser tora rê û rêbareke 3 hezar û 750 kîlometir xebatê dikin û ji bo vekirina rêya 49 gundên ku ji ber berfê hatin girtin, xebat berdewam e.

Ekîb, li ser esasê 24 saetî dixebitin, ji bo ewlehiya peyayan û têkneçûna herika trafîkê rêyên sereke yên bajêr xwê dike û ji berfê dimale.

Ji bo rewşeke nexweş Alo 153 7/24 di xizmeta gel de ye

Welatî, heke tiştekî nepayî yê neyînî çêbe di cih de dikare pêwendiyê bi ALO 153 ya Şaredariya Bajarê Mezin re bike û alîkariyê jê bixwaze.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan