Li Peyasê xeta kanalîzasyonê ya nû hat danîn
Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya navendî Peyasê, ji bo deverên nûnişîn pirsgirêka binesaziyê nejîn 1asî 2 kîlometir xeta nû ya kanalîzasyonê danî.
Gerînendetîya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ), li gelek deverên ji bo pirsgirêkên binesaziyê çareser bike projeyên nû bi pêş dixe û wan projeyan cî bi cî dike.
Ekîbên DÎSKÎ’yê ji bo pirsgirêkên binesaziyê bi awayekî plansazî û mayînde çareser bike, li Bulvara Dîclekentê qasî 2 kîlometir xeta kanalîzasyonê çêkir.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, xebatên berdewam li cihê de seh kir û der barê wan de agahî wergirtin.
Tutşî diyar kir ku ji bo bajarvaniyeke saxlem dicê binesaziyeke bêqisûr bête dabînkirin û weha got: “DÎSKÎ, li seranserê bajêr xebatên bi rêkûpêk dimeşîne, di warê binesaziyê de xebatên ava vexwarinê û solînê pir giring in û projeyên di van waran de berdewam in.”
