Li Peyasê xeta nû ya avê tê dabînkirin
Şaredariya Bajarê Mezin li navçeya Peyasê, ji bo pêdiviya avê ya deverên nû yên bicîwarbûnê pêşwazî bike xeteke nû ya avê bi dirêjiya 10 kîlometir cî bi cî dike.
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ), ji bo siberojê li Diyarbekirê tu kêmasiya avê çênebe projeyan bi pêş dixe û wan cî bi cî dike.
DÎSKÎ, li navçeya Peyasê ji bo warnişînên nû bi buhayê 1 milyon û 761 hezar lîre projeya xeteka avê ya 10 kîlometir dirêj bi pêş xist. Di çarçoveya projeyê de heta niha 4 kîlometir xeta avê hate kişandin.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî bal kişand ku xebat berdewam e û weha axivî:
“Ji bo li Diyarbekirê hemû pirsgirêkên binesaziyê bêne çareserkirin û bibe bajarekî modern em bi hemû ekîba xwe li meydanê li ser kar in. Bi xetên avê yên nû em ê aveke paqij û bi qelîte bidin welatiyên xwe.”
