Li Sûr û Peyasê 250 hezar ton asfalt tê darêtin
Şaredariya Bajarê Mezin, dê 250 hezar ton asfalta germ li cade û siqaqên Sûr û Peyasê dake.
Serokatiya Daîreya Çêkirina Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, demsala zivistanê bêrawestan xebata çaksaziyê li ser rê û siqaqan meşand û cihên asfalta wan rabûyî ji nû de pîne kirin, niha jî xwe ji bo sezona asfaltkirinê ya 2021’ê amade dike û tê plankirin ku 250 hezar ton asfalta germ li rê û siqaqên Sûr û Peyasê dake.
Her weha di çarçoveya heman plansaziyê de rêyên ku nîvçe mane dê bêne temamkirin û bêne asfaltkirin. Ekîb, ji bo binesaziyeke tekûz ji van rêyan re dabîn bike dê 430 hezar ton kereseyê bingehîn lê xerc bike.
Di encama vê xebatê de cade û siqaq dê bibiriqin û peyarêk jî dê bêne çêkirin. Li peyarêkan dê kevirê bazalt û kevirê neqşîn bên cihbicihkirin.
