Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li taxên Aziziye û Gurdogan pirsgirêka şêlavê tê çareserkirin

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), pirsgirêka şêlavê ya li taxên Aziziye û Gurdogan ên Yenîşehrê çareser dike.

Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, ji ber ku li taxên Aziziye û Gurdoganê avasaziyeke bêserober heye şêlav bi awayekî biserober bo çemî nedihate veguhastin dîmeneke nelihev û qirêj dihate pê.

Xebatên qonaxa 1ê bi dawî bûn

DÎSKÎ, ji ber ava şêlo ya taxên Gurdogan û Aziziye ya ji avahiyên qaçax diherikî çemî tevdîr girtin û hewl dide deverê bi 2 qonaxan ji hev dabeş bike.

Ji ber ku havînê ava gemar diherikî nav çêm bêhneke nexweş li hawirdorê peyda dibû, ekîb ji bo rê li ber vê yekê bigirin xebat dane destpêkirin, di qonaxa 1ê de 330 metre xeta kanalîzasyonê danî.

Di qonaxa 2yê de jî ekîn dê 310 metre xeta kanalîzasyonê deyne.

Bi vê xebatê Çemê Dîjle tê parastin

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî der barê xebatê de agahî dan.

Tutşî, diyar kir ku xeta heyî têra pêdiviyan nake lewra ev gemar bandoreke neyînî li Çemê Dîjleyê jî dike û got ku DÎSKÎ ji bo Çemê Dîjleyê biparêze bi hestyarî dixebite.

Tutşî bal kişand ku divê her kes der barê şêlavê de hestyar be û weha axivî:

“Ji bo çemî nehedimînin divê welatî ava gemar bernedin nav çemî. Divê di vî warî de bi hişyarî tevbigerin.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan