Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Lîstika “Derî” derket pêş şanohezan

Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin bi lîstika “Derî” ya bi kurdî, 11’ê berfanbarê roja şemiyê derdikeve pêşberî şanohezan.

Şanoya Bajêr ku di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî de xebatên xwe dimeşîne, lîstika “Derî” ku ji aliyê Umut Yilmazer ve hatiye nivîsandin, derdikeve ser dikê.

Lîstik ji aliyê nivîskarekî Diyarbekirî ve bi çar xelekan çîrokên pişt derîyên Diyarbekirê vedibêje û lîstik bi Dernêreiya Hunerî ya Handan Ekîcî û derhêneriya Îbrahîm Kaçmaz derdikeve pêş hunerhezan.

Erdal Ayna û Ayşe Taylan di lîstikê de dilîzin û lîstik 11’ê Berfanbarê roja şemiyê saet 20.00 li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezai Karakoç derdikeve pêş bîneran.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan