Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Meha mijdarê 700 zarok çûn pêş sînemayê

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya bernameya “Di Mijdarê De Diyarbekir Cuda ye” de 700 zarok birin pêş sînemayê û li fîlman temaşe kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, bernameyên xwe yên çandî di çarçoveya “Sala Çand û Hunerê ya Feqîyê Teyran” de didomîne.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, di çarçoveya bernameyên “Di Mijdarê De Diyarbekir Cuda ye” de ji bo zarokên ku derfeta wan nîn e biçin pêş sînemayê dawiya hefteyê bernameya sînematemaşekirinê li dar xist.

Bername li Salona Sînemayan a Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç birêve çûn, fîlma “Hirçên Bira: Rêwîtiya Di Zemanî De” hate pêşandan. Her roja şemî û yekşemî ev fîlma animasyon ji bo zarokan hate nîşandayîn û di tevahiya mehê de 700 zarokî li vê fîlmê temaşe kir.

Her weha Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, ji bo mezinan jî hin fîlm nîşan dan.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan