Mizrakli: Amed dibe bibe navendeka tekstîlê
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, di hevdîtina cotyaran de axivî û got, ev bajêr û navçeya wê, demeke nêzik di serî de di warê tesktîlê de divê bibe navendeke giring a gelek tiştî.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Bîsmîlê hevdîtina cotyaran li dar xist. Hevdîtin li Saloneka Dawetê ya Bîsmîlê hate lidarxistin û Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, parlamenterên HDPê Semra Güzel, İmam Taşçıer, Necdet İpekyüz, Serpil Kemalbay, endamên MYKê, hevşaredarên navçeyan, cotyar û nûnerên odeyên pîşeyî tê de amade bûn.
‘Proje bo cotyariyê tên bipêşxistin’
Hevşaredarê Bîsmîlê Orhan Ayaz di axaftina vekirinê de bal kişand ku Bîsmîl bo çandiniyê cihekî gelek adan e û got ku divê êdî hayê me ji vê rastiyê çêbibe ku şaredarî ne tenê karûbarên çêkirina rêyan û paqijiyê ye, ew ê di warê çandiniyê de jî bi xelkê navçeyê re bin. Ayaz, bi bîr xist ku 26 mehan zordestiya qeyûman li ser şaredariya wan bûye û gelek texrîbat çêbûne û bo qeyûm şandine, spasiya gele Bîsmîlê kir.
‘Divê kapasîteya berheman bê zêdekirin’
Hevşaredar Mizrakli jî di axaftina xwe de bi bîr xist ku Bîsmîl li Amedê navçeya herî adan ya çandiniyê ye û got, potansîyeleka xurt a vê navçeyê di warê aborî de heye. Mizrakli bal kişand ku ligel vê navçeyê navenda bajêr jî nêzik dê bibe navendeka giring a tekstîlê û gelek kertên dîtir û got, li Bîsmîlê cotyarî wek karê duyan tê dîtin. Mizrakli diyar kir ku divê cureyên berhemên tên danîn bê zêdekirin û got, “Divê li pişt berhema yekê ya duyan jî bêt danîn, ligel vê divê ajaldarî û di sektorên din de berhemhênan bête kirin. Ev potansîyek heye divê li ser kar bêt kirin.”
Di dewama axaftinê de bi berfirehî behsa cotyariyê, projeyên bo vê kertê hate kirin û hate destnîşankirin ku divê aboriya herêmê ji erda wê bê hilberandin û bo projeyênm cotyaran piştgirî bê kirin. Her weha bal kişandin ser kerta tekstîlê û hate xwestin ku di vî warî de kar û xebateke berfireh bête meşandin.
