Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli beşdarî fitara HDPê bû

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, beşdarî bernameya fitarê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû û bi beşdaran re fitara xwe kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Diyarbekirê bernameyeke fitarê li dar xist û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli tê de amade bû. Fitar, li saloneka dawetê ya Peyasê hate lidarxistin û ligel Mizrakli, parlamenterên HDPê Remziye Tosun, Salîha Aydenîz, Musa Farisoullari, Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz, Hevserokên HDPa Amedê Zeyyad Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik, Dayikên Aştiyê, enamên MEBYA-DERê, rayedarên HDP û DBPê û bi sedan welatî di bernameya fitarê de beşdar bûn.

Mizrakli ji aliyê Zeyyad Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik ve hate pêşwazîkirin û civata amade silav kir. Bernameya fitarê bi xwendina mewlûda kurdî dest pê kir. Bi xwendina bangî re Mizrakli gel xelkê amade fitara xwe kir. Piştî fitarê Mizrakli gel welatiyan hevdîtinek kir û guhê xwe da derd û daxwazên wan. Mizrakli dilê xelkê neşikand û bi welatiyan re wêne bo bîrhatin girtin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan