Mizrakli bi hewlatiyên berasteng re fitara xwe vekir
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, bi boneya Heftiya Berastengan ya Dinyayê di 10-16 Gulanê de bi berasteng û malbatên wan re fitara xwe vekir.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serokatiya Daîreya Xizmetguzariyên Civakî bi boneya Heftiya Berastengan ya Dinyayê di 10-16 Gulanê de ji bo berasteng û malbatên wan bernameyek sazkir. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, beşdarî bernameya îftarê ya ku li Meydana Şêx Seîd(Deriyê Çiyê) hate birêvebirin bû, bi berasteng û malbatên wan re fitara xwe vekir.
Mizrakli, silav da hewlatiyên ku li çadira fitarê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatibû vekirin, hewlatiyan eleqeyek mezin nîşan wî dan. Mizrakli paşê jî derbasî beşa dî ya ku ji bo berastengan û ji malbatên wan hatibû veqetandin. Mizrakli, bi berasteng û malbatên wan re demekê gûftûgo kir, li pirsgirêk û daxwaziyên wan guhdar kir. Piştî ku mela bang da Mizrakli bi hewlatiyan re fitara xwe vekir. Piştî bernameya fitarê Mizrakli, xatir ji hewlatiyan xwest û ji wir veqetiya.
