Mizrakli, çû serdana camêrê ketî valahiya asansorê
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, camêrê li Navenda Çand û Kongreyê ketî valahiya asansorê û biîndar bûyî, li nexweşxaneyê ziyaret kir û der barê rewşa wî de agahî wergirtin.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, camêrê li Navenda Çand û Kongreyê ketî valahiya asansorê û biîndar bûyî, li nexweşxaneyê ziyaret kir û der barê rewşa wî de agahî wergirtin. Mizrakli bi malbata birîndarî re jî rûnişt.
Mizrakli hema di germegerma rûdanê de çu nexweşxaneyê û daxwaza silametiyê li malbat û hevalên birîndarî kir û der barê rewşa wî de agahî ji doktoran wergirt. Herî dawî Mizrakli diyar kir ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û got ew ê li dû bûyerê biçin.
