Mizrakli der barê konên fitarê de banga hestyariyê kir
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, der barê konên fitarê yên li 3 deverên bajêr û li mêvanxaneya bo xizmên nexweşan hatiye vedan de agahî wergirtin û banga hestyariyê kir û xwest çi kêmasî çênebin.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, serdana konên fitarê kir û xwest bi hestyarî xebatan bimeşînin. Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî bi mebesta pêşxistina hestên hevpariyê li konên fitarê yên li Meydana Şêx Seîd, Koşuyolu û Baglar Bulvara Medîneyê û li Mêvanxaneya Xizmên Nexweşan geriya. Mizrakli, ewil serdana Mêvanxaneya li Yernîşehrê kir û der barê xebatên fitarê de agahî wergirtin. Mizrakli, li xwaringeh, mutbex, odeya mêvanan, revir û kafeteryaya Mêvanxaneyê geriya û der barê xebatan de agahî wergirtin û paşê berê xwe da konê fitarê yê li Meydana Şêx Seîd.
Mizrakli xwest ku roja ewil a Remezanê çi kêmasî çênebin û pişt re jî berê xwe da konê fitarê yê li Ben û Senê ku ji aliyê Şaredariya Yenîşehrê ve hatiye vedan. Hevşaredar Belgîn Dîken jî di serdanê de amade bû. Mizrakli, der barê xebatan de agahî ji Hevşaredar Dîken wergirtin û ji ber keda wan spasiya xebatkaran kir.
Piştî serdana Ben û Senê Mizrakli bi dorê serdana konên Parka Koşuyoluyê, Bulvara Medîne ya Baglarê û ya li ber Nexweşxaneya Lêkolînê ya Diyarbekirê kir. Di serdanê de Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz amade bû û der barê xebatan de agahî wergirtin.
