Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli: Em ê bo her fikrê vekirî bin

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, di çarçoveya Civînên Plansaziya Stratejîk a 2010-2024ê de bi muxtarên Çermûg, Çangûş û Erganiyê re kombûnek li dar xist û got, ew ê bo hem û tax û gundan xizmetê bikin, ew nanêrin ka kîjan gundî çend rey û deng dane wan, ew ê ji bo hemû fikir û ramanan vekirî bin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta pirsgirêkên li parêzgeha Amedê tespit bikin û bo çareseriya wan planan deynin, Civînên Plansaziya Stratîk ya 2020-2024ê li dar dixe. Civîn li Navenda Çand û Kongreyan bi beşdariya key û muxtarên bi ser tax û gundên Çermûg, Çamgûş û Erganiyê hate pêkanîn û ligel şaredarên navçeyan, endamên meclisa şaredariyê, Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Zekî Kantaci, alîkarên sekreterê giştî û serekên daîreyan jî di civînê de amade bûn.

‘Em bi hev re tevbigerin em ê pirsgirêkan çareser bikin’

Mizrakli di axaftina xwe de bal kişand ku di pêvajoya hilbijartinê de ew tev bi hev re bûne, hin soz hatine dayîn û got ku rexne û daxwazên li wan têne kirin, ji aliyê wan ve rats tên nirxandin. Mizrakli bal kişand ser giringiya rola muxtaran û got ku keya dikarin bi erkê çavdêriyê rabin û got ku heke ew bi hev re tevbigerin ew dikarin bi hev re pirsgirêkan çareser bikin. Mizrakli diyar kir ku pirsgirêk bi raberkirina xizmetguzariyê dê bêne çareserkirin û got, “Gava em li nifûsa gund û warên deralî dinêrin her diçe nifûseke emirborandî peyda dibe. Bêguman ji bo domandina jiyanê hewldanên we hene. Gava em di nav siyasetê de bûn, me digot em ê bo gund û çolterîyê hewldanan bikin û potansîyela vê derê bînin pêş. Mîna wek xizmetguzarî li van deran serçaviyên debarê divê bêne danîn, mîna sazkirina koperatîfan.”

‘Divê berhemên baş bên hilberandin’

Mizrakli bal kişand ku wek civak em zehmetîyan dikêşin ku ramanên xwe di pratîkê de bînin cih û got ku divê em vê taybetiya xwe li paş xwe bihêlin. Mizrakli bal kişand ku li gund û warên deralî ji bilî çandinî û dexl û danî divê karûbarên dîtir jî bêne kirin û got ku divê aboriya xwecihî geş bibe bo vê yekê jî divê ew dever bibin deverên wisa ku her kes bikaribe lê vehewe û lê bistêre. Mizrakli weha got, “Jiyana li van deran ne tenê xebata aborî ye. Divê derfetên çandî û civakî jî bo jiyanê hebin. Divê xizmetguzariya tenduristî û perwerdeyê jî tekûz be. Şaredarî ne tenê ew e ku rê, av û solînan çêke û lêde here. Rêveberiya xwecihî di serî de li çolterîyan têkiliyeke xurt danîne. Em divê mîna lavlavkê bin, hevdu bigirin da ku bikaribin fêdeya me bigihêje hevdu. Divê em nirxên geşedanê ne li hev zêde bikin. Ev nirx, insanî, çandî û aborî ne.”

Mizrakli di berdewama axaftina xwe de aşkere kir ku pêdiviya wan bi aqilê her kesî heye û bo şewitandina pirêzeyan jî hişyarî li keyayan kir. Mizrakli xwest ku muxtar di xizmetguzariya rêveberiya xwecihî de roleka binbar ragirin û got ku di nava malekê de çiqasî hevgirtin, dadmendî, demokrasi hebe, ew malbat ewqas şa û serkeftî dibe.

Civîn dê dewam bikin

Civînê Plasaziya Stratejîk a 2020-2024ê, dê 24ê tîrmehê roja çarşemê bi muxtarên Lice, Hezro û Pasûrê re bête lidarxistin, 27ê tîrmehê roja şemiyê jî bi muxtarên Silîva, Bîsmîl û Çinarê re pêk were û 31ê tîrmehê jî kombûn gel muxtarên Dicle, Darayênî, Gêlê û Karazê re tê pêkanîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan