Mizrakli: Em ê cihên turîzmê li bajêr zêde bikin
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, serdana kratera li Qerejdaxê li gundê Brûskê ye bi ser navçeya Çinarê ve, û di encama teqîna volkanê de pêk hatiye, kir û sexbêrî li deverê kirin.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, saxtî li kratera li gundê Birûskê ya bi ser Çinarê ve kir. Di serdanê de ligel Mizrakli, endamên meclisê, alîkarên sekreterê giştî û serekên daîreyan amade bûn.
Mizrakli û şandeya pê re li kraterê gerîyan û got ku ji bo vê kraterê bixin ber xizmeta turîzma bajêr ew ê xebatan bikin. Mizrakli xwest rêya kratêrê bête başkirin da ku dema xelk û turist diçin serdanê zehmetiyan nebînin. Mizrakli weha got, “Li Amedê gelek dever hene divê bo turîzmê bêne terxankirin. Em ê xebatê li van deran bikin û deverên turîzmê biidn çêkirin. Ev şûna teqîna volkanîk ya li Qerejdaxê jî yek ji wan cihan e. Em ê vê kraterê bo serdana turîzma xwecihî û derekî terxan bikin.” Mizrakli, aşkere kir ku wan rêya navbera Kabî û Deriyê Mêrdînê jî amade kiriye.
