Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli: Em ê lê bixebitin bajarekî bê asteng ava bikin

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, serdana Navenda Jiyana Çalak a li Parkormanê û Midûrtiya Şaxa Astengdaran a li Sumerparkê kir û xebatên der barê astengdaran de li cih venêrtin.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, bi boneya 10*16ê Gulanê Hefteya Astengdaran a Cîhanî serdana Navenda Jiyana Çalak a li Parkormanê û Midûrtiya Şaxa Astengdaran a li Sumerparkê kir. Mizrakli li cihê astengdaran geriya u der barê xebatan de agahî wergirtin. Di serdanê de alîkarên sekreterê giştî, serekên daîreyan û berpirsyarên beşan amade bûn.

Mizrakli serê pêşîn berê xwe da Navenda Jiyana Çalak ya li Parkormana li navçeya Peyasê û der barê navendê de agahî ji rayedaran wergirt. Mizrakli bal kişand ku divê navend bibe cihê bicihanîna daxwaza astengdaran û xwest ku berhemên di atolyeyên astengdaran de tên hilberandin bila wisa bên pêşandan ku her kes bibîne. Pişt re Mizrakli li “Cafeya +1” ya navendê geriya û xwest demildest kêmasiyên wê bên qedandin û cafe bo xizmetê bê vekirin.

Mizrakli berê xwe da Sumerparkê û di Midûrtiya Şaxa Astengdaran de çavdêrî kirin. Mizrakli bal kişand ku ew lê dixebitin bajarekî bê asteng ava bikin û got ku ev gerînendetî destpêka wî bajarî ye. Mizrakli xwest ku Midûrtiya Şaxa Astengdaran der barê astengdariyên Amedê de raporeka berfireh amade bike û got, ew ê xebatan li gorî wê raporê bimeşînin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan