Mizrakli: Em ê palpiştiya hezkirinê bikin
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, maketa Sûrê ya hunermend Fesîh Gundogar ku 21 sal û 21 rojan çêkiriye, venêrt û got, “Gava li Sûrê dinêrî hem dêran dibînî hem mizgeftan û hem jî kinîşteyan. Em bi hev re jiyan û em ê bi pêkvejiyanê dewam bin. Em ê palpiştiya hezkirinê bikin. Bila pevçûn û nefret ji dûrî me here.”
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, ligel endamên meclisa şaredariyê, maketa Sûrê ya hunermend Fesîh Gundogar ku 21 sal û 21 rojan çêkiriye, venêrt. Gundogar, der barê çêkirina maketê de agahî dan hevşaredar Mizrakli û got ku wî mînyatûreka ji bedenên sûran û bircan pêk tê amade kiriye. Mizrakli, mînyatûra 45 bircan a Gundogar jî raçav kir û got ku dema mînyatûr amade bû, ew ê li devereke guncaw bi kar bînin.
‘Sûr giyana Amedê ye’
Hevşaredar Mizrakli, mêvanên ku hatine Amedê û serdana maketa Sûrê kirine jî dîtin û weha axivî, “Ev bajêr xwedan zar û vebêjiyeke kûr e û beden û dîwarên wê diaxivin. Hemûyan çîroka wan heye, hemûyan bîra wan heye û hemû jî bi xwe re hêviyan dihewînin.” Mizrakli, ew malên di maketê de hene bi malbatan re seh kirin û bi hev re ew bi zarokan dan nasîn. Mizrakli weha got, “Sûr, giyana Amedê ye, bîra wê, raboriya wê, dîroka wê, çanda wê û DNAya wê ye. DNAya me van ên li vir dijîn di bedenan de qeyd kiriye. Ji aliyê mîmarî ve şopên gelek serdeman tê de hene, hema wext mozaîxa baweriyên cuda û çandên cuda ye jî. Gava li Sûrê dinêrî hem dêran dibînî hem mizgeftan û hem jî kinîşteyan. Ev fireçandî li kêm bajarên din heye. Ev bajar dil bi dil, ruh bi ruh mirovan hembêz dike. Em bi hev re jiyan, em ê bi hev re bijîn. Em ê palpiştiya hezkirinê bikin. Bila pevçûn û nefret dûrî me here.”
