Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli: Em ê xwedî li axa xwe, keda xwe û paşeroja xwe derkevin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dr. Selçûk Mizrakli di “sempozyuma krîza avhewayê û serdestiya xwarinê” de axivî û got ku li ser vê erdê gelek berhem û şûnwarên dîrokî hene û got, “Em ên li vê erdê dijîn pêwîst e xwedî li axa xwe, ava xwe, keda xwe û paşeroja xwe derkevin. Divê em bi heq û dadmendî tevbigerin.”

Sempozyuma krîza avhewayê û serdestiya xwarinê li Navenda Çandê û Kongreyan dest pê kir. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, parlamenter Nusrettin Maçîn, nûnerên komele û odeyên pîşeyî, akademisyen û komek welatî tê de amade bûn.

Axaftina destpêkê ji aliyê hevşaredar Mizrakli ve hate kirin û got ku lidarxistina xebatên weha li Amedê hêzê dide wan û amaje pê kir ku erda Mezopotamyayê di warê çandiniyê de xwedan giringîyeka mezin e. Mizrakli bal kişand ku li vê erdê gelek berhem û şûnwar hene ku rê dane ber dîrokê û got, “Em, ev kesên li ser vê erdê dijîn, divê xwedî li erda xwe, axa xwe, ava xwe, keda xwe û paşeroja xwe derkevin.

Mirovahî bi tovê serî ket axê dest pê kir

Mizrakli destnîşan kir ku ew kêlîka tov bo cara ewil kete erdê mirovahiyê dest pê kiriye û got, “Bi ya min, ew cara ewil ku tov li erdê ket û pişk da mirovahîyê jî dest pê kir. Ev dinyaya qerase wî tovê biçûk ava kir. Îro di destê me de jî tovek heye. bila ew tov, bila ew tovê qencî, biratî û aştiyê be.”

Mizrakli di dewama axaftina xwe de giringîya çandiniyê, kartêkirina li ser erd û zevîyan û duristkirina civakeke hilberîner anî ziman û bi berfirehî li ser mijarê axivî. Her weha Mizrakli pêşbînîyek jî bi beşdaran re parve kir û îdia kir ku tê pêşbînîkirin, di salên 2050yî de 750 milyon insan dê rûbirûyê xela û birçitiyê bibin û got ku divê ji niha ve tevdîr bêne girtin. Av, erd û çavkaniyên mirovahiyê li gorî wê bêne teserifkirinê.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan