Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli kulîlk çandin, çavdêrî kirin

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, xebatên hêşînkirin, paqijî yên Şaredariya Bajarê Mezin seh kirin û bi welatî û esnafan re hevdîtin kirin.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, xebatên ku Şaredarî li deverina bajêr dimeşîne çavdêr kirin. Hevşaredar Mizrakli xebata hêşînkirinê ya Park û Baxçeyan, xebata paqijîyê ya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê û xebatên çavdêrkirinê yên Zabiteyê seh kirin û pirs û kêşeyên welatî û esnafan guhdar kirin.

Mizrakli xebatên hêşînkirinê li navçeya Yenîşehrê, ya li bin Pira Ofîsê seh kirin û derbarê xebatê de agahî ji rayedaran wergirtin. Mizrakli bi xebatkaran re kulîlk çandin û qeweşxweşî li xebatkaran kir. Paşê xebatên paqijiyê li ser cadeya Gewranê seh kirin û bi esnafên vir re xweşbêjiyek kir.

Otobûsên şaredariyê hatin venêrtin

Mizrakli pişt re bi ekîbên Zabiteyê re xebatên kontrolkirina otobûsan li Bulvara Dîclekentê ya Peyasê beşdarî kir. Mizrakli vêxistina klîmayan di otobûsan de kontrol kir û saxî û silametî ji rêwiyan re xwest. Mizrakli bal kişand ku bo otobûsan gelek gilîyan astengdar û pîrûkalan hene û got ku zabite dê kontrolên xwe bêhtir bişidînin. Mizrakli serdana DÎŞTÎyê jî kir û der barê kêmasiyan

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan