Mizrakli peyama Cejna Remezanê weşand
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, bi boneya Cejna Remezanê peyameka pîrozbahiyê belav kir.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, bi boneya Cejna Remezanê peyameka pîrozbahiyê weşand. Mizrakli di peyama xwe de weha got, “Îslamê di dîroka mirovahiyê de veguherîneke mezin a zîhnî pêk aniye û mizgîniyek e, Cejna Remezanê yek ji nirxên vê baweriyê ye. Ev cejna pîroz, di encama têkoşîneke dirêj û giran de ku umeta îslamê têkoşîna gel nef û wijdana xwe bi rojiyê qewîm dike, aştiya civakî û hevgirtina ruhî, yekgirtin û parvekirinê di nava xwe de xurt dike.
Em hêvîdar in ku her kes vê Cejna Remezanê li gorî wateya wê ya dîrokî civakî û manewî fam bike û bibe wesîleya empatiya civakî û aştiyeke bi rûmet bi xwe re bîne. Em hêvîdar in, her kes Cejna Remezanê li gorî ruhê wê pîroz bike û em cejna Remezanê li mirovên bi wijdan û bawermend û umeta Îslamê pîroz dikin.”
