Mizrakli qadên xizmetguzariyê seh kirin
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, serdana Midûrtiya Îtfaiye, Zabite û Makîneyê kir û bi xebatlaran re qadên xizmetguzariyê venêrtin.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, li Midûrtiya Şaxa Baglarê ya bi ser Serokatiya Daîreya Îtfaiyê, Amîrtiya Zabiteya Qenterê ya bi ser Serokatiya Daîreya Zabiteyê û Midûrtiya Îkmala Makîneya bi ser Serokatiya Daîreya Koordînasyona Binesaziyê û Venêrtina Rêyan sehetî kirin û bi xebataran re hevdîtin pêk anî.
Di serdana qadên xizmetguzariyê de Hevşaredar Mizrakli, der barê xebatan de agahîyên berfireh wergirtin û der barê xebatan de bi rayedar û xebatkaran re bîr û raya xwe bi par ve kir. Di serdanan de endamên meclisa Şaredariya Bajarê Mezin jî amade bûn.
