Mizrakli serdana Zarokistanan kir
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, serdana Zarokistanan kir û pirtûkên rengandinê û pênûsên rengkirinê diyarî zarokan kirin.
Di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de li Baxcilara Baglarê û Gurdogana Yenîşehrê ji bo zarokên 3-5 salî Zarokîstan xizmeta krêşê didin. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, serdana Zarokistanan kir.
Hevşaredar Mizrakli, serê pêşîn çû Zarokistana li Baxcilarê û der barê xebatan de agahî ji rayedaran wergirtin. Mizrakli, bi perwredekaran re serdana zarokan kir û der barê aktîvîteyên wan de bi wan re axivî. Piştre Mizrakli serdana Zarokîstana li Gurdoganê kir û beşdarî aktîvîteyên zarokan bû. Mizrakli, pirtûkên rengandinê û pênûsên rengkirinê diyarî zarokên tifal kirin û bi wan re şikil rengandin. Mizrakli, pişt re bi rayedaran re axivî û xwest ku hejmara Zarokîstanan bête zêdekirin û perwerdeya wan bête xurtkirin.
