Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli Seyrangeha Devegeçîdî seh kir

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, li Seyrangeha Devegeçîdî ya bi ser Şaredariya Bajarê Mezin ve ye, saxtî kirin.

Hevserokê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, li cih û deverên xizmetguzariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê saxtîyan didomîne. Mizrakli, saxtî li Seyrangeha Devegeçîdî kirin. Di saxtîya Mizrakli de serekên daîreyan, endamên meclisê û alîkariyên sekreterê giştî amade bûn û xwest çaksaziyeke baş li vê seyrangehê bê kirin da ku xelkê bajêr bêhtir dbikaribe jê sûdê werbigire.

Mizrakli, li kafe û restorandên berê li seyrangehê hebûn û atibûn ragirtin gerîya û got ku ev dê dîsa bêne birêkûpêkkirin û wan bidin ber xizmeta seyranîyan. Mizrakli aşkere kir ku ew ê seyrangehê wisa ji nû ve dabîn bikin û ciwan û zarok jî bikaribin jê sûdê werbigirin. Mizrakli gel geştyarên li seyrangehê jî hevdîtinek kir û ji wan pirsî bê ka bo zarokan seyrangeheke çawa dixwazin. Piştî saxtîyê Mizrakli ji seyrangehê veqetîya.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan