Mizrakli: Vedat Aydin tu car serî netewand
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, bi boneya cejna Remezanê serdana mezelê siyasetmedarê kurd Vedat Aydin kir û got, “Vedat Aydin tu carî serî netewand.”
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, bi boneya cejna Remezanê serdana mezelê siyasetmedarê kurd Vedat Aydin kir. Di serdanê de ligel Mizrakli, parlamenterên Diyarbekirê, rayedarên partiyên siyasî, hevserokên HDP û BDPya Amedê amade bûn. Vedat Aydin di 5ê tîrmeha 1991ê de dema Serokê HEPa Amedê bû hate kuştin. Mezelê Aydin li Goristana Deriyê Mêrdînê ye.
Di serdana goristanê de dua hatin xwendin û Hevserok Mizrakli der barê têkoşîn û kesayeta Vedat Aydin de axaftinek kir û got ku Aydin tu carî li ber tu kesî çong daneyna erdê. Di serdanê de malbata Aydin jî amade bû. Her weha Mizrakli gelek kesên hatine ser mezelên kesûkarên xwe jî dîtin û ber dilê wan da. Mizrakli qurnefîl danîn ser gora Aydin.
