Mizrakli xebatên asfaltê seh kirin
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, xebatên qîrkirina kevne Rêua Siwêregê li cihê wê venêrt û der barê xebatan de agahî ji rayedaran wergirtin.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê seh dike. Mizrakli, xebatên asfaltkirinê ku dawiya hefteyê li ser kevne Rê Siwêregê tên meşandin seh kirin û der barê xebatê de agahî ji rayedaran wergirtin.
Mizrakli diyar kir ku ev rêya 3 hezar û 300 metre dirêj e xebata rastkirina zemînê hatiye û got ku ji bo welatî bikaribin tê re hatûçûyinê bikin û dûxan ranebe rûyê destê yekê hatiye lêkirin. Mizrakli aşkere kir ku ev rê 8 metir pahn e û bi giştî 26 dekar rûyê destê yekê hatiye lêkirin. Mizrakli bal kişand ku ser Cadeya Azadî ku 700 metir dirêjiya wî heye û Rêya Rihayê û Rêya Siwêrega kevin digihîne hev jî hezar û 400 rûyê destê yekê tê vegirtin.
