Mizrakli xizmetguzariyên şaredariyê seh dike
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, qadên xizmetguzariya bi ser serokatiya daîreyên Koordînasyona Binesazî û Venêrîn û Çêkirina Rêyan, Kontrol û Parastina Jîngehê, Xizmetên Civakî û Xizmetên Spor û Ciwanan raçav kirin û bi xebatkaran re rûnişt.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, sehbêriya bo qadên xizmetguzariya şaredariyê dewam dike. Hevşaredar Mizrakli qadên xizmetguzariya bi ser serokatiya daîreyên Koordînasyona Binesazî û Venêrîn û Çêkirina Rêyan, Kontrol û Parastina Jîngehê, Xizmetên Civakî û Xizmetên Spor û Ciwanan seh kirin û der barê xebatan de agahîyên berfireh wergirtin. Endamên Meclisa Şaredariyê jî di sehbêriya Mizrakli de amade bûn.
Mizrakli serê pêşîn xebatên asfaltkirina li ser rêya Deriyê Mêrdînê û Pira Qabiyê venêrtin û der barê xebatan de agahî ji rayedaran wergirtin. Mizrakli diyar kir ku hemû xebatên ser vê xetê bi pêjinkarî têne meşandin û xwest ku bi ziftkirinê re kêmasîyên vê derê bêne dabînkirin. Pişt re Mizrakli serdana Bazgeha Neqilkirina Sergoyan kir û bi xebatkaran re rûnişt. Di rûniştinê de Mizrakli pirsgirêk girtin dest.
Mizrakli pişt re berê xwe da Sumerparkê û serdana Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî û Serokatiya Daîreya Spor û Ciwanan kir. Mizrakli bi rayedarên herdu beşan re rûnişt û der barê projeyan de bi hev re şêwirîn.
