Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Odeya Mîmaran serdana Mizrakli kir

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, Serokê Odeya Mîmaran a Amedê Şerefxan Aydin û endamên desteya rêveber kirin mêvan.

Seredanên bo Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli dewam dikin. Serokê Odeya Mîmaran a Amedê Şerefxan Aydin û endamên desteya rêveber seredana Hevşaredar Mizrakli kir û daxwaza serkeftinê li Mizrakli kirin. Mizrakli kêfxweşiya xwe bi seredanê anî ziman û spasiya Aydin û şanda pê re kir.

Di seredanê de helwesta UNESCO ya der barê Sûran de hate nirxandin. Aydin, bi bîr xist ku wan meha kanûnê bang li UNESCOyê kiriye û got ku di 1-10ê tîrmehê di civîna UNESCOyê ya li Azerbaycanê de ew ê Sûrê bigirin rojevê. Aydin got ku divê Şaredariya Bajarê Mezin wek alî beşdarî vê kombûnê bibe. Hevşaredar Mizrakli aşkere kir ku ew ê hewldanên pêwist bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan