Omer Karaoglu li Diyarbekirê stranên xwe gotin
Di konsera “Stranên Kevinnebûyî” de ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hate lidarxistin de Omer Karaoglu, stranên xwe yên hezkirî ji vo xelkê Diyarbekirê stran.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç, bi boneya konserên “Stranên Kevinnebûyî” Karaoglu kir mêvan.
Di konsera ku şêniyên Diyarbekirê pêşwaziyeke germ lê kir de, Karaoglu stranên xwe yên xweş gotin.
“Ez dizanim demara Diyarbekir a muzîkê xurt e”
Karaoglu, diyar kir ku piştî demeke dirêj ew hatiye Diyarbekirê û got, wî hesreta xwe bi bîneran re şikandiye.
Karaoglu got ku hevd^tineke pir bi coş bû. Gelek xweş bû, dest û dilen bîneran xweş bin û weha axivî:
“Ez dizanim Diyarbekirê demareke xurt a muzîkê heye. Ez dizanim, dengên xwecihî, çanda xwemalî jî gelekî xurt e. Ji aliyê din ve xudan dînamîzmeke geş e. Îşev em nexapandin, em bi ciwanan re bûn û gelek ji wan dengê wan pir xweş bû. Ev stranên hangelek ji wan 20-30 salan berê hatine ristin. Ciwanên me bi me re stran û dilê wan xweş be.”
“Ev bername ji semîneran, konferansan bi bandortir in”
Mehmet Zekeriya Erdem, bi malbata xwe hatiye bernameyê ev gotin kirin:
“Ji ber ev bername li dar xistiye, em spasîyê li rêzdar Walî dikin, hestên me pê coşiyan, dilê me pê xweş bû. bawer bike, bandora van bernameyan ji semîneran, konferansan pir zêdetir e. Îro em dibînin salon heta devî tijî bûye. Reng e gel vê dixwaze û delîla vê jî ev bernameya îro ye.”
Muhammed Okçu xwendekarê Lîseyê ye, diyar kir ku ew bernameyên çandî yên Şaredariya Bajarê Mezin misêwa dişopîne.
Buçem Sumbul jî bi hevalên xwe re hatiye pêş bernameyê weha got, “Bernameya îşev gelek xweş derbas bû. Ji bo me gelek baş e, em stresa ezmûnan ji ser xwe diavêjin.”
