Operasyona dijî kelmêşan dest pê kir
Serokê Daîreya Karûbarên Tenduristî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê A. Vahap Saçaklidir der barê xebatên dermankirina mêş û kelmêşan de daxuyand ku ligel navend û navçeyên navendî li 17 navçeyan bi 162 xebatkaran xebatên dermankirinê têne kirin û ji bo mexdûriyet ji holê bê rakirin, xebat duqat zêde bûne.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta parastina tenduristiya civakê û rêlibergirtina nexweşiyên vegir li 17 navçeyan bi 162 xebatkaran dest bi xebatên dermankirinê kir. Ji bo nexweşiya ta, sorik, xwerik û nexweşiyên mikrobik bên berterefkirin 7 ULV û 2 amûrên volder ên 400 lîtreyî tên bikaranîn. Xebata dermankirinê bi rêbaza vardiya tê meşandin, 32 xebatkar berê cihên destnîşankirî bi pompeyan derman dikin û ji bo nehêlin popülasyona larva zêde bibe danê êvaran ULV dest bi karên xwe dikin.
Qijnik û dûpişk bi awayekî perdoyîk tên kontrolkirin
Di danê navrojê di bin banê dermankirinê de 13 ekîp kontrola peryodîk li şûnewarên mêş, pêşû, kelmûş, xerzên wan, qijnik û dûpişkan dikin. Gelek navçe bi derfetên xwe xebatên dermankirinê dimeşînin Şaredariya Bajarê Mezin jî ligel xizmetên teknîkî bi 32 xebatkaran beşdarî xebatên li navçeyan dibe.
Divê çop di dema xwe de bê derxistin
Beşa Dermankirinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta rê li zêdebûna larvayê bigire bang li welatiyan jî kir û xwest ku gend û bermahiyên navmalê bi têran bên pêçan û di wexta wê de bo derên destnîşankirî bên veguhastin. Hate xwestin bi derfetên xwe çiravên bin balaxaneyan, hewzên nav sîteyan û ava genî ya hewzan bi derfetên xwe bê veguhastin heke pê nikaribin jî bi hejmara 0412 226 24 52 alîkarî ji şaredariyê bê xwestin.
Serokê Daîreya Karûbarên Tenduristî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê A. Vahap Saçaklidir der barê mijarê de daxuyand ku li seranserê bajêr heta meha kanûnê dermankirin bi awayekî normal hatiye kirin, lê di meha sibat, adar û nîsanê de xebat rawestiyane. Lê belê berî 3 rojan li seranserê parêzgeha Amedê xebatên dermanreşandinê dîsa dest pê kirine û li 4 navçeyên navendî ekîb hatine wezîfedarkirin.
Amûrên ULVê dest bi reşandina dermanan kir
Saçaklidir bal kişand ku ji bo kêmasî bên çareserkirin ekîbên (bi endezyar, beyter û xebatkarê teknîkî) wan seferberiya dermankirinê daye destpêkirin û ji duh pê de li Sûrê derdora Hz Silêman, Deriyê Serayê û Qesra Erdebîl hatin dermankirin. Saçaklidir diyar kir ku bi roj xebata dermankirinê bi amûrên ULV ên reşandinê tê kirin û bi şev jî bi pompeyên piştî derman li koz û kozxanên kelmêşan tê reşandin.
Saçaklidir bal kişand ku xebat du qat hatine zêdekirin û piştrast kir ku ew ê seranserê bajêr derman bikin û mexdûriyetan çareser bikin.
