Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Zabita

Li otobusên gel ên taybet kontrola giştî

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca bilindkirina kalîteya xizmetê ya di veguhestina giştî ya nava bajêr de û dabînkirina veguhestineke ewle, tendurist û rehet a welatiyan, 93 otobusên gel ên taybet kontrol kirin. Der barê 25 otobusên ku hat tespîtkirin li dijî rêziknameyê tevdigerin de karûbarên îdarî hatin meşandin.

Endamên Şaxa Trafîkê ya Serokatiya Daîreya Zabiteyê, bi armanca bilindkirina standardên xizmetê yên di veguhestina giştî ya nava bajêr de li otobusên gel ên taybet kontroleke giştî pêk anîn. Di kontrolan de ku armanc dikirin welatî bi rengekî ewle, tendurist û rehet ji xizmeta veguhestinê sûdê werbigirin, rewşa fîzîkî ya wesayîtan, paqijî û amûrên ku ji bo bikaranîna rêwiyan hatine pêşkêşkirin hatin kontrolkirin. Tîman di gelek sernavên ciyawaz de, ji rewşa bikaranîna kursiyên ku ji bo rêwiyên astapdar hatine veqetandin bigire heta xuyabûna tarîfeyên bihayê lêkolîn kirin.

Kursiyên ku ji bo rêwiyên astengdar hatine veqetandin hatin kontrolkirin

Di dema kontrolan de, ew wesayîtên ku ji bo zêdetir rêwiyan rakin kursiyên ji bo rêwiyên astengdar hatine veqetandin ji bikaranînê re girtine hatin tespîtkirin. Rewşa van kursiyên ku divê ji bo bikaranîna rêwiyên astengdar werin pêşkêşkirin ji aliyê tîman ve hate kontrolkirin. Rewşa fîzîkî ya kursiyên din ên di nava wesayîtê de jî hate lêkolînkirin. Di kontrolan de otobusên gel ên taybet ên ku bi kursiyên şikestî, xera û qetiyayî xizmetê dikin û doşemeyên wan qirêj in hatin tespîtkirin. Wesayîtên ku tarîfeya bihayê li cihekî ku rêwî bibînin ranekirine jî hatin dîtin.

Kaporta, cam û paqijiya wesayîtan hatin lêkolînkirin

Di çarçoveya kontrolan de rewşa kaporta û camên otobusan jî hate kontrolkirin. Otobusên gel ên taybet ên ku kaportaya wan xera ye û camên wan şikestî ne ji aliyê tîman ve hatin tespîtkirin. Di kontrolên ku ji bo paqijiya wesayîtan hatine kirin de, li gel kursiyên rêwiyan û doşemeyan, rewşa paqijiya giştî ham hate nirxandin. Otobusên gel ên taybet ên ku bala xwe nadin paqijiya wesayîtan jî di kontrolan de hatin tespîtkirin.

93 otobus hatin kontrolkirin, der barê 25î de karûbarên îdarî hatin meşandin

Di serlêdana ku bi giştî 93 otobusên gel ên taybet hatin kontrolkirin de, wekî encama kontrolên têkildarî rewşa fîzîkî, paqijî, alavên ku ji bo bikaranîna rêwiyan hatine pêşkêşkirin û tarîfeyên bihayê de, der barê 25 otobusên ku hat tespîtkirin li dijî rêziknameyê tevdigerin de karûbarên îdarî yên pêwîst hatin meşandin. Şaredariya Bajarê Mezin dê bi armanca dabînkirina ewlehî, tenduristî û rehetiya welatiyan û zêdekirina kalîteya xizmetê ya di veguhestina giştî ya nava bajêr de kontrolên xwe yên li ser wesayîtên veguhestina giştî bê navber bidomîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan