Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Zabita

Ji ekîbên zabiteyê ve kontrola berfireh a li ser servîsên dibistanan

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi destpêkirina sala nû ya perwerde û hînkirinê ya 2026-2027an re kontrolên xwe yên li ser wesayîtên servîsên dibistanan ên ku li giştê bajêr dixebitin zêde kir.

Ekîbên Şaxa Trafikê ya Serokatiya Daîreya Zabiteyê, bi armanca ku xwendekar di şert û mercên ewle û tendurist de bigihîjin dibîna xwe, li ser wesayîtên servîsên dibistanan kontrol pêk anîn.

Di xebatan de ku servîsên dibistanan ên li giştê bajêr dihewînin ekîban; tabloya "raweste", nivîsa "wesayita dibistanê", kemberên ewlehiyê, parçeyên navxweyî û teker kontrol kirin. Her wiha bi hûrgilî hat lêkolînkirin bê ka wesayîtên servîsê li gorî şertên ku di Rêziknameya Wesayîtên Servîsên Dibistanan de hatine diyarkirin guncaw in an na.

Kursiyên zêde û xwendekarên bi lingan hatin tespîtkirin

Di kontrolan de hate diyarkirin ku li hin wesayîtên servîsê bi rengekî li dijî mevzuatê kursiyên zêde hatine bicihkirin. Wekî din, wesayîtên ku zêdetirî kapasîteya xwe xwendekaran hildigirin, hat tespîtkirin ku xwendekar bi lingan tên veguhestin û wesayîtên ku ruxseta xwe nûve nekirine jî hatin tespîtkirin.

Ekîban derbarê binpêkirinên ku hatine tespîtkirin de zabitname danî û derbarê wesayîtên têkildar de kirdarên qanûnî dan destpêkirin.

Kontrolên plaka "S" jî tên kirin

Di kontrolên li ser servîsên dibistanan de li gel şert û mercên teknîkî û fîzîkî yên wesayîtan, kontrolên plaka "S" jî tên kirin. Ekîb bi lêkolîna wê yekê ku ka wesayîtên servîsê xwediyê destûr û ruxsetên pêwîst in an na, guncawbûna plakê ya wesayîtên ku wekî servîsa xebatkar jî tên bikaranîn kontrol dikin.

Kontrol bi beşdariya çar ekîb û 18 xebatkarî ve bi rengekî ku hemû wesayîtên servîsên dibistanan ên li giştê bajêr dixebitin bihewîne tên domandin.

Kontrol dê bidomin

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ewlehî û tenduristiya xwendekaran a di çûyîna dibistanên wan de ewle bike dê kontrolên xwe yên li ser servîsên dibistanan bidomînin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan