Panela “Di Îslamê da Civak, Wekhevî û Edalet”
Panelên Meha Remezanê bi rûniştina “Di Îslamê da Civak, Wekhevî û Edalet” bi beşdariya Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli bi dawî bûn.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi mebesta meha Remezanê rêze panelên bi navê “Di Îslamê da civak, wekhevî û edalet” li dar xistin. Panel bi serperiştiya Seher Akçinar û bi qisegeriya parlamentera Stenbolê Huda Kaya, Prof. Dr. Kadrî Yildirim û esnafa Bazara Jinan a Jiyanê Fatma Topval pêk hat. Panel li salona şanoyan a Navenda Çandê û Kongreyan pêk hat û Hevşaredar Adnan Selçûk Mizrakli jî tê de amade bû.
Panel bi axaftina Kadrî Yildirim dest pê kir û di “Qurana Pîroz da Edaleta Civakî” hate nirxandin. Yildirim bal kişand ku edalet û wekhevî hesta aydîyetê geş dike û got ku li gorî îslam civak ji aliyê ziman, dîn, nijad, bawerî, statûya civakî û zayendê ve li ber hiqûqê wekhev e.
Piştî Yildirim Huda Kaya axivî û bi mijara “Di Quranê da Jin û Edalet” got ku heqîqat deriyê gelek dergehê dadayî vedike. Kaya rexne li bernameyên ser rojiyê di TVyan de girt û got ku êdî rojî û Remezan dageryandine bernameyên xwendina Quranê. Kaya bal kişand ku di Roja Jinan û 8ê Adarê de tenê jin têne bîra wan û got ku naveroka dînê Îslamê bi zanatî tê pûç û valakirin.
Di panelê de bazarvan Fatma Topval jî behsa Bazara Semtê ya Jiyanê kir û bal kişand ser xebatên xwe. Topval behsa keda jinan kir û got ku di encama têkoşîneke mezin da ew gihîştine asta îro.
Di dawiya panelê de Mizrakli plaket da beşdaran û spasiya wan kir.
