Park û cihên şînkayî tên dermankirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li park û qadên hêşîn ku nava rojê xelk tê de rûdine, bêhna xwe vedide û zarok dileyîzin, bi şev dijî kêzik û kelmêşên bi zirar karê dermankirinê tê meşandin.
Serokatîya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, karê dermankirina park û qadên hêşîn bi şevê dimeşîne. Şaredarî bi ekîbeke 18 kesî û 6 wesayitan, li 17 park û 4 daristanên bajêr, li Seyrangeha Devegeçîdî, Bîstanê Fêkiyan li Peyasê û dar û çîmenên li nava rêyan xebata dermankirinê dike. Xebat bi perîyodê 10 rojane tê kirin û heta germahî biqede dê bidomin.
Erkdarên Serokatîya Daîreya Park û Baxçeyan Kadri Şeker, der barê xebatê de agahî dan û got ku bi germbûna dinyayê re li parkan gîya bilind bûye. Piştî çinîna giyayê bejî wan karê çîmkirinê domandiye û got ku, ji bo welatî aciz nebin, karê dermankirinê jî bi şevê tê meşandin. Şeker, aşkere kir ku ew bi ekîbeke 18 kesî bi 6 wesayitan ve bi periyodên 10 rojane piştî saet 12.00ya şevê dest bi kar dikin. Şeker got ku ji bilî vê, li ser daxwaza welatiyan jî ew mêrg û dehlên ber malan jî derman dikin û aşkere kir ku xelkê bajêr, ji vê xizmeta xwe kêfxweş e.
