Parka 500 Evler a Peyasê amade ye
Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Peyasê li 500 Evlerê parka ku li ser 6 hezar metrekareye avakirî bi encam kir.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ji jinan, zarokan, ciwanan û pîrekalan re cihên bêhnvedanê bêne çêkirin xebatên xwe berdewam e.
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, di çarçoveya projeya ji bo dabînkirina pêdiviyên welatiyan hate amadekirin de li 500 Evlerê parka ku li ser 6 hezar metrekareye avakirî bi encam kir.
Di parkê de ji bo zarokan yarîgeh, qadên werzîşê, textebendên bêhnvedanê, qadên hêşîn li parkê çêkirin, bi 7 celeban 224 dar û 10 hezar devî hatin çandin.
