Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Parka Şevket Beysanoglu ket ber xizmetê

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, vekirina Parka Şevket Beysanoglu ya ku Şaredariya Bajarê Mezin li 500 Evlerê çêkir, pêk anî.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, di çarçoveya projeya ji bo dabînkirina pêdiviyên welatiyan amadekirî li 500 Evlerê parkek ser 6 hezar metrekareyê çêkir.

Şaredariya Bajarê Mezin, li ser navê Şevket Beysanoglu ku ji bo dîrok û folklora Diyarbekirê gelek xebat meşandine biryar da ku li 500 Evlera Peyasê parkekê çêke.

Walî Karaloglu, di merasîma vekirinê de helbesta “Evîna Min” a Şevket Beysanoglu xwend.

“Ez li ber paxila te hatime dinê, ez ê di paxila te de razêm

Heta ev can di vî bedenî de be ez ê te bibêjim

Evîna te agir e di dil de, dişewite dişewite

Xwezî te zaniba ez çend bextewar im bi evîna te

Ey pêşengê kelehan, warê lehengan!

Di kevirê de, erda te de dîrokek zengîn heye

Sûrên te bi serê xwe muzeya kitêbeyan

Û çanda te ya derûn sembolek ji kevirî

Ey evîna min a mezin, Diyarbekira min!

Ez li ber paxila te hatim dinê, ez ê di pêşîla te de razêm

Heta ev can di vî bedenî de be tu dê li bîra min bî.”

Karaloglu, diyar kir ku ev helbest dê li ser kitêbeya danasînê ya parkê bêt nivîsandin û got ku vî şairî gelek berhem der barê çand û şaristaniya Diyarbekirê de nivîsîne.

Karaloglu bi bîr xist ku bajêr jî mîna mirovan in û weha axivî:

“Park, baxçe, cade, mîmariya bajêr şox û şengê dide bedena bajêr. Çand, dîrok, huner, wêje, folklor û muzîka bajêr jî ruh dide wî bajarî. Bajêr dişibin mirovan bajêr jî mirovên di nava wê de dijîn dişibîne xwe. Park, baxçe, binesazî û seresazî ji bo bextewariya mirovan hene.”

Karaloglu bi bîr xist ku li cihê park tê çêkirin berê cihê gend û gilêşan bû, li ser daxwaza welatiyan niha li şûna wê ev park tê çêkirin.

Heta dawiya 2023ê ji bo 17 navçeyan Baxçeyên Milet

Karaloglu amaje pê kir ku ew ji bo qadên hêşîn li bajêr zêdetir bibe xebatên wan hene û got, armanca me ew e heta dawiya sala 2023ê li 17 navçeyan Baxçeyên Milet bêne çêkirin.

Karaloglu, weha axivî:

“Hinek me qedandine, hinek tên çêkirin. Hinek hê li ber projesaziyê ne; lê armanca me ew e inşelleh heta dawiya sala 2023ê li 17 navçeyan ji bo welatiyan park û baxçeyên ger û bêhnvedanê çêkin.”

“Mebesta me Diyarbekireka hê hêşîntir e”

Karaloglu diyar kir ku kesên ewil tên bajêr ji ber tertîba li refûj û şeqamên bajêr diheyirin û axaftina xwe bi dawî kir:

“Armanca me ew e ku Diyarbekireka hê hêşîntir bête arewê. Ez dixwazin ku, kesên li Diyarbekirê dijîn û Diyarbekir bişibe hev û li hev bikelijin. Înşelleh siberoja Diyarbekirê dê ji îro çêtir be. Hemû mebesta me ew e ku Diyarbekir hê xweşiktir be, mirovên me tê de bextewartir bin.”

Piştî birîna qurdeleyê Walî Karaloglu bi zarokên li parkê gerîyan re sohbet kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan