PENa Kurd serdana Mizrakli kir
Endamên PENa Kurd serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli kir. PENa Kurd hezîrana borî li bajarê Oldenburga Almanyayê bi beşdariyeke berfireh kongreya xwe pêk anîbû û rêveberiya nû hilbijartibû.
Endamên PENa Kurd ku hezîrana borî li bajarê Oldenburga Almanyayê bi beşdariyeke berfireh kongreya xwe kir, serdana hevşaredar Mizrakli kir. Mizrakli, mêvanên xwe li Navenda Çandê û Kongreyê kirin mêvan û kêfxweşiya xwe bi serdanê anî ziman.
Endamên PENa Kurd der barê kongreye û xebatên xwe de agahî dan Mizrakli. Hevşaredar Mizrakli, kêfxweşiya xwe derbirî û destxweşiya nivîskarên PENa Kurd kir.
