Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Pêşangeha ‘Pêlîstoka xwe bi xwe çêke’

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, beşdarî pêşangeha “Pêlîstoka xwe bi xwe çêke” ya zarokan bû.

Serokatîya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin di bi banê Gerînendetîya Şaxa Muzeyan de atolyeya “Pêlîstoka xwe bi xwe çêke” li dar xist. Pêlîstokên bi destê zarokan hatin çêkirin bi pêşangeheka li Muzeya Bajêr a Qesra Cemîlpaşa b,i beşdariya Hevşaredar Dr. Selçûk Mizrakli hate pêşandan.

Mizrakli axaftina vekirinê ya pêşangehê kir û got ku dilê wî ji ber vê pêşangehê gelekî zîz bûye û ji ber pêkanîna vê pêşangehê spasiya kedkaran kir. Mizrakli weha axivî, “Gava mirov bawer bike di heqê her tiştî de dertê. Gava ku mirov bi biryar be dikare serederiyê bi hemû zehmetî û astengan re bike. Di vê muzeyê de zarokên Sûrê xeyalên xwe, keserên xwe dane hev û pê pêlîstok çêkirine. Gava ez van rengan dibînim, ez dibînim bê ka xeyalên me çend mezin in. Qenc e ku hûn hene, hûn siberoj in, siberoj jî hûn in.”

Piştîş axaftinê Hevşaredar Mizrakli li pêşangehê gerîya, pêlîstokên zarokan seh kirin û gel zarokan lîstik leyîst. Piştî pêşangehê pêlîstok li zarokan hatin belavkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan