Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Pêşbirka “Dîjleya Paqij, Jiyaneke Xweş û Bismil” tê lidarxistin

Li Bismila Diyarbekirê, bi mebesta hişmendiya jîngehê li nav ciwanan şîn bibe pêşbirka wêneyan tê lidarxistin.

Ji bo Projeya Ava Şêlo ya Bismilê bê nasandin ku bi hevkariya Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê, Yekitiya Ewropayê û DÎSKÎ ve tê fînansekirin û di çarçoveya IPA II’yê de xebatên wê berdewam dikin, bêhtir bête pêş çav dê li navçeya boneya “Roja Paqijiyê a Cîhanê” pêşbirka wêneyan bête pêkanîn.

Di çarçoveya Projeya Ava Şêlo ya Bismilê de ku dê rê li ber gemarbûna Çemê Dîjleyê bigire, bi mebesta çandina hişmendiya jîngehê di nav ciwanan de bi beşdariya xwendekarên dibistana seretayî, dibistana navîn û dibistana amadehî dê pêşbirka wêneyan bi temaya “Dîjleya Paqij, Jiyaneke Xweş û Bismil” bête lidarxistin.

Xwendekarên dixwazin beşdarî vê pêşbirkê bibin divê wêneyên xwe di navbera 18-24’ê îlonê de radestî Koleja Bahçeşehîr ya Bismilê bikin.

Pêşangeha ji wêneyan dê di 5’ê kewçêrêde li Parka Biratî ya Bismilê bête pêşandan. Ji bo beşdarên serkeftî dê xebatên cur bi cur hebin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan