PEYAMA WALÎ HASAN BASRÎ GUZELOGLU
Gaziyên me, bi boneya ala, welat û paşerojê têkoşîneke mezin daye û bi berdêla canê xwe ew parastine û bo serfiraziya welatê xwe singa xwe kiriye mertal, lewre jî di dilê miletê me de ew gihîştine asta herî bilind. Gazîyên me, bo serxwebûn û hevgirtina welatê me bê dudilî li wan çêbibe canê xwe daye pêş, lewre jî ew qehremanên me yên herî mezin in.
Ev welatê pîroz ku em tê de jiyana xwe didomînin; di encama têkoşîneka destanî ya şehîdên me yên ezîz û gazîyên me yên dilpola emanetî me bûye, ala me ya bi heyv û stêrk bi saya serê wan li ser balayên welatê me yê pîroz li ba dibe.
Em ê xwedî li vê emaneta pîroz derkevin, Dewleta Komara Tirkiyeyê ku emanetê şehîd û gazîyên me ye bi hişmendiya yek milet, yek dewlet, yek ala, yek welat di nav tifaq û hevgirtinê de hewl bidin bo malbatên şehîdan û gazîyên xwe tiştên baştir bikin.
Bi van hest û dilan em di serî de Gazî Mustafa Kemal Ataturk û hemû şehîdên me yên ezîz bi rehmet bi bîr tînin, em spasî û stayîşên xwe pêşkêşî gazîyên xwe dikin û daxwaza emrekî bi tendurist û dirêj ji bo wan dikin.
Hasan Basrî Guzeloglu Walîyê Diyarbekirê Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin
