Peyarêkên xirabe tên çêkirin
Serokatîya Daîreya Kordînasyona Binesazî û Çaksazî û Çêkirina Rêbwaran, peyarêkên nîvçemayî û xirabe yên bajêr çak dike.
Serokatîya Daîreya Kordînasyona Binesazî û Çaksazî û Çêkirina Rêbwaran a Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ewlehîya peya û ajokaran xebatên xwe didomîne, bi vê mebestê, peyarêkên ser Rêya Deriyê Mêrdînê û Kabiyê ku piştî xebatên asfaltkirinê nîvçe mane, çêdike.
Turîst gava tên bajêr, serî pêşîn serdana Pira Dehderî dikin, rêwbarên vê semtê bo siwarî û peyayan gelekî guncaw nîn in. Her dem hatûçûn li ser vê xetê heye. Bona vê yekê ekîbên şaredariyê zendên xwe badan û peyarêkên nîvçe û xirabe ji nû ve çêdike û wan çak dike.
Ekîbên bi ser Serokatîya Daîreya Kordînasyona Binesazî û Çaksazî û Çêkirina Rêbwaran a Şaredariya Bajarê Mezin, vê deverê bi kevirên bazalt û bordûran dixemilîne. Di encama xenbatan de 500 metrekare kevirê bazalt û 800 metrekare kevirê bordur hatin darêtin.
